DUYURULAR
Lîs Yayınevi ve Diyarbakır Sanat Merkezi’nin organizasyonu ve Sülüklü Han’ın işbirliği ile “Dünya Edebiyatına ve Büyük Ustalara Amed’den Bakmak” etkinlikleri sürüyor.
“Dünya Edebiyatına ve Büyük Ustalara Amed’den Bakmak” başlıklı bir söyleşi ve dinleti dizisi gerçekleştiriliyor
Remzi Raşa’nın eserlerinden oluşan “Yalnızlığı Seçmek” Bir Retrospektif: 1946- 2006 sergisi, Sümerpark Amed Sanat Galerisi’nde.
“Bize Masal Anlatmayın! Trabzon-Diyarbakır Arasında Kadınlarla Kültür Köprüsü” Projesi Mart ayında İstanbul gösterimleriyle sona erdi.
Trabzonlu ve Diyarbakırlı Kadınların Tiyatro Oyunu “Bize Masal Anlatmayın” İstanbul seyircisiyle buluşuyor
Türkçe, Kürtçe ve İngilizce olarak hazırlanan sergi, 15 Ocak-7 Şubat tarihleri arasında Sümerpark Amed Sanat Galerisi'nde izlenebilecek.
Trabzonlu ve Diyarbakırlı Kadınların Tiyatro Oyunu “Bize Masal Anlatmayın” Seyirciyle Buluşuyor…
Diyarbakır Okuma Kulübü 18 Kasım 2011'de John Berger'i tartışacak.
Remezan Alan; 13 Kasım 2011'de Kürtçe Okuma Kulübü'nün konuğu olarak kulüp üyeleri ile birlikte herkese açık bir oturumda edebiyatseverlerle biraraya gelecek.
Diyarbakır Okuma Kulübü 2 Kasım Çarşamba günü Kemal Varol'u konuk ediyor ve "Jar" romanını konuşuyor.
Duyuru Listesi
Etkinlik duyuruları ve yeni projelerden haberdar olmak için mail listesine üye olun
Navenda Hunerê ya Diyarbekrê, konferansa "Women in Action" beşdarî lê kirin

Bi vexwendina organîzasyona çand û hunerê ya Artroleyê ku armanca wê ew e ku di navbera Ingilîstanê û Rohilatanavîn de bibe pirek, Navenda Hunerê ya Diyarbekrê di navbera 25-27ê Sermawezê de, beşdarî konferansa "Women in Action" a ku li Hewlêrê hatibû lidarxistin bû.
Organîzasyona navnetewî ya çand û hunerê ya Artrole ku di demeke nêzîk de li Hewlêrê ofîsa xwe vekirî û hewl dide têkiliyê di navbera welatên rohilatanavîn û welatên din de saz bike, ji hêla kurator û hunermend Adalet Garmiany ve ku ji binyada xwe ve Kerkûkî ye di 2004an de li Ingilîstanê hate damezirandin. Artroleya ku di xebatên xwe yên berê de giranî dida pêşangeh û bernameyên guherîna hunermendan, bi konferansa "Women in Action" ku di 25ê Sermawezê de di nav çarçoweya Li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê Têkoşîna Navnetewî û Roja Piştgiriyê, li Kerkûkê pêk anî mohra xwe li çalakiyeke pêşeng xist.
Di konferansa ku jinên hunermend, akademîsyen û rêveberên kulturê ku ji Sûriyê, Filîstînê, Iraqê, Rêveberiya Herêma Kurdistanê, Emerîka, Hollanda, Ingilîstan û Almanyayê hev dîtibûn, kir ku li Hewlêrê derfeta ceribandineke navnetewî ku di navbera kultur, huner û jiyana civakî ya jinan de têkiliyê saz dike pêk were. Beşdarbûna jin, saziyên ku di qada mafê jinan de çalak in nîqaşên li ser pirsgirêkên lezgîn û li ser mijara ku wê di navbera wan û qadên çand û hunerî de çawa têkîlî bê sazkirin de, dewlemendtir kirin. Avakirina "ekîbên gerok ên hunerê" ku besta xwe ji ekîbên ku li gundan bi awayekî plankirî xebatên piştgiriya civakî bi rê ve dibin, xebatên tendirustiyê dikin û di derbarê pirsgirêkên jinan de hewl didin çareseriyê pêk bînin, pêkanîna xebatên alîkar ên çand û hunerê ku jin û zarokan pêwendîdar dikin, di nav pêşniyarên ku di bîrê de man bûn.
Ekîba NHDê ya ku ji Tirkiyeyê beşdar bûbû di maweya bernameyê de li gel veguhaztina agahiyên ji hev cuda ên di derbarê têgihiştina jinê de, di derbarê xebatên ji hêla NHDya li Diyarbekrê pêk hatine de jî agahînameyek raber kir. Ekîba NHDê ya ku bi taybetî li ser dibêtiyên hevkariya herêmî ya ku di demeke nêzîk de dibe ku pêk were hevdîtin pêk anîn, herwiha xebatên xwe yên ji bo pêkanîna têkiliyên di navbera kes û saziyên civakî ên li Hewlêrê û bajarên derdorê û saziyên civakî û organîzasyonên çand û hunerê yên li Diyarbekrê berdewam dike.

loading