AGAHIYAN
Çalakiyên li jêr navê “Ji Amedê Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê û Hosteyên Mezin”, ên ku bi lidarxistina Weşanxaneya Lîsê û Navenda Hunerê ya Amedê (DSM) û bi hevkariya li gel Sülüklü Xanê bi rê ve diçin berdewam dike.
Di navbera 22’yê Nîsan-13’ê Gulana 2012’an de, dê rêzek gotar û ahengên muzîkê ya bi sernavê “Ji Amedê Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê û Hosteyên Mezin” bê lidarxistin.
Pêşengeha wêneyan a ji berhemên Wênesaz Remzî Raşa a bi navê "Hilbijartina Tenêtiyê Retrospektifek" a li Diyarbekrê hat vekirin
Pêşangeha ku jiyana berê ya pirçandî ya Diyarbekrê radixe ber çavan, 14ê çileyê li Galeriya Hunerê ya Diyarbekrê ya li Sumerparkê vedibe.
Navenda Hunerê ya Diyarbekrê 25-27ê Sermawezê de, beşdarî konferansa "Women in Action" a ku li Hewlêrê hatibû lidarxistin bû.
Kulûba Xwendi nê Ya Diyarbekrê, vê hefte pirtûka John Berger nîqaşê dikin.
Di 22-23yê Kewçêrê de, pêşane ya "Li Diyarbekra Berê Ermen", bi armanca ku ji nû ve ji îbadetê re vebû, restorasyona Dêra Ermenan a Surp Giragos a li Diyarbekrê hate kirin.
Remezan Alan 13 Sermawez 2011 di saet 16.00 de li DSM’ (Novenda Hunerê ya Diyarbekrê) de ji hemû wejehez û xwîneran re bê ba hev
Filma dîroka sînemaya Ermenîstanê ya yeke mîn; Kurd di warê sînemayê de bi vî filmê hatiye temsîl kirin û bejirandin, danîşandina filmê Zerê ku çêkeriya 1926 e, li Diyarbekirê, hat li dar xistin.
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekrê,29 Kewçêr 2011'da seat 15:00'de pirtûka HELÎM YÛSİF "Jinên Qatên Bilind" nîqaşê dikin.
E-Mail Lîst
Ji bo ku hûn ji agahiyan û projeyan agahdar bibin, Bibin endame lîsteya mailê
Navenda Hunerê ya Diyarbekrê, konferansa "Women in Action" beşdarî lê kirin

Bi vexwendina organîzasyona çand û hunerê ya Artroleyê ku armanca wê ew e ku di navbera Ingilîstanê û Rohilatanavîn de bibe pirek, Navenda Hunerê ya Diyarbekrê di navbera 25-27ê Sermawezê de, beşdarî konferansa "Women in Action" a ku li Hewlêrê hatibû lidarxistin bû.
Organîzasyona navnetewî ya çand û hunerê ya Artrole ku di demeke nêzîk de li Hewlêrê ofîsa xwe vekirî û hewl dide têkiliyê di navbera welatên rohilatanavîn û welatên din de saz bike, ji hêla kurator û hunermend Adalet Garmiany ve ku ji binyada xwe ve Kerkûkî ye di 2004an de li Ingilîstanê hate damezirandin. Artroleya ku di xebatên xwe yên berê de giranî dida pêşangeh û bernameyên guherîna hunermendan, bi konferansa "Women in Action" ku di 25ê Sermawezê de di nav çarçoweya Li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê Têkoşîna Navnetewî û Roja Piştgiriyê, li Kerkûkê pêk anî mohra xwe li çalakiyeke pêşeng xist.
Di konferansa ku jinên hunermend, akademîsyen û rêveberên kulturê ku ji Sûriyê, Filîstînê, Iraqê, Rêveberiya Herêma Kurdistanê, Emerîka, Hollanda, Ingilîstan û Almanyayê hev dîtibûn, kir ku li Hewlêrê derfeta ceribandineke navnetewî ku di navbera kultur, huner û jiyana civakî ya jinan de têkiliyê saz dike pêk were. Beşdarbûna jin, saziyên ku di qada mafê jinan de çalak in nîqaşên li ser pirsgirêkên lezgîn û li ser mijara ku wê di navbera wan û qadên çand û hunerî de çawa têkîlî bê sazkirin de, dewlemendtir kirin. Avakirina "ekîbên gerok ên hunerê" ku besta xwe ji ekîbên ku li gundan bi awayekî plankirî xebatên piştgiriya civakî bi rê ve dibin, xebatên tendirustiyê dikin û di derbarê pirsgirêkên jinan de hewl didin çareseriyê pêk bînin, pêkanîna xebatên alîkar ên çand û hunerê ku jin û zarokan pêwendîdar dikin, di nav pêşniyarên ku di bîrê de man bûn.
Ekîba NHDê ya ku ji Tirkiyeyê beşdar bûbû di maweya bernameyê de li gel veguhaztina agahiyên ji hev cuda ên di derbarê têgihiştina jinê de, di derbarê xebatên ji hêla NHDya li Diyarbekrê pêk hatine de jî agahînameyek raber kir. Ekîba NHDê ya ku bi taybetî li ser dibêtiyên hevkariya herêmî ya ku di demeke nêzîk de dibe ku pêk were hevdîtin pêk anîn, herwiha xebatên xwe yên ji bo pêkanîna têkiliyên di navbera kes û saziyên civakî ên li Hewlêrê û bajarên derdorê û saziyên civakî û organîzasyonên çand û hunerê yên li Diyarbekrê berdewam dike.

loading