AGAHIYAN

“Ji Amedê Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê û Hosteyên Mezin” Berdewam Dike

Çalakiyên li jêr navê “Ji Amedê Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê û Hosteyên Mezin”, ên ku bi lidarxistina Weşanxaneya Lîsê û Navenda Hunerê ya Amedê (DSM) û bi hevkariya li gel Sülüklü Xanê bi rê ve diçin berdewam dike.

Ji Amedê Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê û Hosteyên Mezin

Di navbera 22’yê Nîsan-13’ê Gulana 2012’an de, dê rêzek gotar û ahengên muzîkê ya bi sernavê “Ji Amedê Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê û Hosteyên Mezin” bê lidarxistin.

Wêneyên Remzi Raşa "Hilbijartina Tenêtiyê"li Amedê ne

Pêşengeha wêneyan a ji berhemên Wênesaz Remzî Raşa a bi navê "Hilbijartina Tenêtiyê Retrospektifek" a li Diyarbekrê hat vekirin

Gelên winda yên Diyarbekirê vedigerin bajêr.

Pêşangeha ku jiyana berê ya pirçandî ya Diyarbekrê radixe ber çavan, 14ê çileyê li Galeriya Hunerê ya Diyarbekrê ya li Sumerparkê vedibe.

Navenda Hunerê ya Diyarbekrê, konferansa "Women in Action" beşdarî lê kirin

Navenda Hunerê ya Diyarbekrê 25-27ê Sermawezê de, beşdarî konferansa "Women in Action" a ku li Hewlêrê hatibû lidarxistin bû.

Kulûba Xwendi nê Ya Diyarbekrê, John Berger Nîqaşê Dikê

Kulûba Xwendi nê Ya Diyarbekrê, vê hefte pirtûka John Berger nîqaşê dikin.

Pêşane ya "Li Diyarbekra Berê Ermen"

Di 22-23yê Kewçêrê de, pêşane ya "Li Diyarbekra Berê Ermen", bi armanca ku ji nû ve ji îbadetê re vebû, restorasyona Dêra Ermenan a Surp Giragos a li Diyarbekrê hate kirin.

Mehvanê Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekrê Remezan Alan'e

Remezan Alan 13 Sermawez 2011 di saet 16.00 de li DSM’ (Novenda Hunerê ya Diyarbekrê) de ji hemû wejehez û xwîneran re bê ba hev

Diyarbekir ji ZERÊ re Mazûbanî Kir

Filma dîroka sînemaya Ermenîstanê ya yeke mîn; Kurd di warê sînemayê de bi vî filmê hatiye temsîl kirin û bejirandin, danîşandina filmê Zerê ku çêkeriya 1926 e, li Diyarbekirê, hat li dar xistin.

Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekrê, Pirtûka HELÎM YÛSİF "Jinên Qatên Bilind" Nîqaşê Dikin

Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekrê,29 Kewçêr 2011'da seat 15:00'de pirtûka HELÎM YÛSİF "Jinên Qatên Bilind" nîqaşê dikin.

E-Mail Lîst

Ji bo ku hûn ji agahiyan û projeyan agahdar bibin, Bibin endame lîsteya mailê

Gelên winda yên Diyarbekirê vedigerin bajêr.

Gelên winda yên Diyarbekirê vedigerin bajêr.

Pêşangeha ku jiyana berê ya pirçandî ya Amedê radixe ber çavan, 14ê çileyê li Galeriya Hunerê ya Amedê ya li Sumerparkê vedibe.

Pêşangeha bi sernavê “Li Ameda Kevn Dewlemendiya Pirçandî” ku kuratoriya wê Birzamanlar Yayincilik dike, bi zêdetirî 200 fotografên ku piraniya wan aîdî destpêka sedsala 20emîn in, gelên winda yên Amedê bi nişteciyên niha dide naskirin. Di fotografan de li gel tevna mîmarî ya wê demê, ji jiyana rojane jî gelek dîmen raber dike.

Li gorî daneyên  ku gerok û vekoler pêşkêş dikin, di destpêka sedsala 20emîn de li Ameda ku pirnaiya wê ji Nava Sûrê pêk dihat, nifûs li derdora 35.000î bû û hema bêje nişteciyên bajêr nîvî bi nîvî ji gel û komên nemisilman bûn. Di nav gel û komên nemisilman de jî piranî ermenî bûn. Li bajêr ev gel û kom dijiyan: Suryanî, Keldanî, Ermeniyên Katolîk û yên Protestan, Rûmên Ortodoks û yên Katolîk, Êzîdî. Salnameyên bazirganiyê jî nîşan didn ku di jiyana bazirganiyê de komên nemisilman ji yên misilman xurttir bûn. Di salnameya bazirganiyê Annuaîre Orîental ku sala 1914an hatiye weşandin de tê diyarkirin ku her 12 şirketên zêrînger ên li bajêr, 11 hosteyên kevir û dîwaran, 9 bazirganên sifirê, her 10 şirketên ku qumaşên hevrîşim çêdikin, û ji 38 bazirganên pembû, hevrîşim, zad û hiriyê 29 bazirgan ermenî ne. Li bajêr li gel dibistanên ermenî û suryaniyan, dibistanên ku ji hêla Katolîk û Protestanan ve jî hatine vekirin hebûne. Rojnameyên bi zimanê ermenî, komên şanoyê yên ermenî, bandoyên ermenî û suryanî nîşan didn ku wê demê li bajêr jiyaneke rengîn hebû.

Pêşangeha ku bi zimanên kurdî, tirkî û înglîzî hatiye amadekirin dê 14ê çileyê di demjimêr 16:00î de vebe û heta 7ê sibatê dê vekirî bimîne.

Pêşangeha ku bi hevkariya Birzamanlar Yayincilik, Anadolu Kultur û Global Dialogue hatiye amadekirin, li Amedê ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê destekkirin.

Dîtbariyan

|